Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




یعقوب 2:20 - Kurmanji Încîl

20 Ey mirovê bêhiş, ma tu dixwazî ku ji te re bê eşkerekirin, baweriya bêyî kirinan, bêkêr e?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

20 Lê tu dixwazî ev yek bê îzbatkirinê, merivê bêhʼiş, wekî bawerî bêyî kira mirî ye?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

20 Ле тӧ дьхԝази әв йәк бе избаткьрьне, мәрьве беһʼьш, ԝәки баԝәри бейи кьра мьри йә?

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 اَی مِرُوه نَزان، تِ دِخازی بِزانی بُچی ایمانا به عمل به اَرزِشَ؟

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




یعقوب 2:20
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Kesê axa xwe dajo, bi nên têr dibe, Kesê dide pey tiştên vala, kêmaqil e.


Xudan wiha dibêje: “Bav û kalên we çi neheqî li ba min dît Ku ji min dûr ketin? Wan da pey tiştên pûç û vala û ew bi xwe pûç bûn.


Çimkî, bi ser ku Xwedê dizanin jî, bi Xwedêtî rûmet nedanê û ne jî jê re şikir kirin; lê belê fikirîna wan bû pûçîtî û dilê wan ê fêmkor tarî bû.


Çimkî bîr û baweriya me ev e ku mirov bêyî kirina Şerîetê, bi baweriyê rastdar derdikeve.


Lê camêr, tu kî yî ku tu li hember Xwedê bersîvê didî? Gelo tiştê ku ji herriyê hatiye çêkirin, ji yê ku ew çêkiriye re dibêje: «Te çima ez weha çêkirim?»


Çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de ne sinetbûn û ne jî sinetnebûn, lê tenê baweriya ku bi hezkirinê dixebite, bi kêr tê.


Çimkî eger yek ne tiştek be û xwe tiştek hesab bike, ew xwe bi xwe dixapîne.


Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in.


Hinek, ji van tiştan varî bûn û ketin pey gotinên pûç.


Gelek mirovên serhişk, kelkelo û xapînok jî hene; bi taybetî yên ku ji nav Cihûyan hatin.


Eger yek xwe dîndar dihesibîne, lê zimanê xwe desgîn nake û dilê xwe dixapîne, dîndariya wî pûç e.


Bi vî awayî baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye.


Îcar çawa ku bedena bê ruh mirî ye, wisa jî baweriya bê kirinan be, mirî ye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ