21 Wê Minaşşe Efrayîm, Efrayîm jî Minaşşe bixwe. Wê herdu bavêjin ser Cihûdayê. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Yan hûnê di nav êsîran de çok bidin, Yan jî hûnê di bin kuştiyan de bimînin. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Loma hêrsa Xudan li dijî gelê wî rabû. Wî destê xwe dirêj kir û li wan xist. Çiya lerizin û cendek wekî zibil, Di nav kuçeyan de man. Lê dîsa jî hêrsa Xudan daneket, Destê wî li dijî wan dirêjkirî ma.
Wê ji rojhilat Aramiyan, Ji rojava Filîstiyan rake ser piyan. Wê devê xwe vekin û Îsraêlê bixwin. Dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Loma wê Reb bi xortan şa nebe Û li ber sêwî û jinebiyan nekeve. Çimkî hemû xwedênenas û xerabkar in, Her dev ehmeqiyê dike. Dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Ezê wan, bav û kuran li hev bixim û bipelixînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li ber wan nekevim û wan ji cezakirinê neparêzim. Gava ez wan xera dikim, ezê li wan neyêm rehmê.’”
Xudan ji Gîdyon re got: “Li ba te gelek kes hene, ez Mîdyanê nadim destê wan. Bi vî awayî gelê Îsraêl dikare pesnê xwe bide û bêje: ‘Me xwe bi hêza destê xwe rizgar kir.’