1 Lê wê tarîtiya welatê dilteng nemîne. Berê Xwedê herêmên Neftelî û Zevûlon biçûk xist, lê di dema bê de, wê herêmên Riya Deryayê, aliyê din ê Çemê Şerîayê, Celîleya miletan birûmet bike.
Di rojên Peqahê Padîşahê Îsraêlê de, Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê hat û bajarên Îyonê, Avêl-Bêtmaexayê, Yanoahê, Qedeşê, Hasorê û herêmên Gîladê, Celîleyê û seranserê diyarê Nefteliyê desteser kir û ew sirgûnê Aşûrê kirin.
Loma Xwedayê Îsraêl ruhê Pûlê Padîşahê Aşûrê ango Tîglat-Pîleserê Aşûrî hişyar kir. Wî Gadî, Rûbênî û nîveşîra Minaşşe sirgûn kirin. Wî ew ber bi Halahê, Havûrê, Harayê û Çemê Gozanê ve ajotin. Heta niha jî li wir in.