8 Wê av Cihûdayê di bin xwe de bihêle û di ser re bavêje. Wê heta qirikê bilind bibe, bi pêlên xwe yên berfireh seranserê welatê wî bigire, ya Îmmanûêl!”
Ezê wê bişînim ser miletê xwedênenas, Ezê ferman bidim wê ku here ser miletê lê hêrs bûme Ku bişelînin û talan bikin Û wan wek heriya kuçeyê biperçiqîne.
Gava tu di avan re derbas bibî, Ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, Wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, Tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.
“Wê Xudan rojên wisa bîne serê te, serê gelê te û serê mala bavê te ku ji roja Efrayîm ji Cihûdayê veqetiyaye û heta niha, tiştekî wiha nehatiye dîtin. Padîşahê Aşûrê wê bir ser we de bê.
Xudan wiha dibêje: “Va ye av ji bakur bilind dibe, Wê bibe lehiya ku dide ber xwe û dibe! Wê bi ser welêt û her tiştê tê de, Bi ser bajêr û şêniyên wî de were. Wê mirov bikin hewar, Wê hemû şêniyên welêt bizarin.
Wê kurên wî xwe ji bo şer amade bikin û artêşeke mezin bicivînin. Wê artêş wekî lehiyê rabe, ya ku bikeve ber, bi xwe re bibe û heta pêş keleha Padîşahê Başûr bê.