8 Çimkî Şam paytexta Aramê, Resîn jî serekê wê ye. Wê Efrayîm jî di nav şêst û pênc salan de bişikê û ji miletbûnê derkeve.
Avram mirovên xwe kom bi kom ji hev cuda kir, bi şev êrîşî wan kir û heta Hovaya li bakurê Şamê da pey wan.
Paşê li welatê Aramiyên Şamê, leşkerên xwe bi cih kirin. Ew jî bûn xulam û bacdarên wî. Dawid bi ku ve çû Xudan ew bi ser xist.
rabûn çûn ba Zerûbbabîl û serekên binemalan û ji wan re gotin: “Em bi we re ava bikin. Em jî diperizin Xwedayê we û ji roja Êsar-Haddonê Padîşahê Aşûrê em anîne vir ve, em qurbanan pêşkêşî Xwedayê we dikin.”
Çimkî hê ku zarok hînî gotina: ‘Dayê, bavo’ nebûye, wê Padîşahê Aşûrê dewlemendiya Şamê û talanê Sameryayê ji xwe re bibe.”
Wê Xudan li dijî wan, Neyarên Resîn rake, Wê dijminên wî bi ser wî de sor bike.
Wê Efrayîmî û xelkê Sameryayê, Wê tevahiya gel bi vê yekê bizanibe. Lê wê bi pozbilindî Û bi quretiya dilê xwe bibêjin:
Li dijî Şamê: “Ji ber ku xeberên xerab bihîstin Hama û Arpad şermezar bûn, Ji tirsê heliyan. Wekî deryayê, xembar in Û nikarin rihet bin.
Gava Efrayîm dipeyivî, herkes dilerizî. Ew li Îsraêlê mezin dihat hesibandin, Lê gava ew perizî Baal, sûc kir û mir.