25 Girên ku berê dihatin tevrikirin û çandin, wê ji tirsa devî û diriyan kes neçê. Wê bibin dera ku dewar lê digerin û di bin lingên pêz de diperçiqin.”
Wê bajarên Eroêrê vikîvala bibin. Wê bibin cihên keriyan Ku li wir mexel bin Û kesek wan sil neke.
Wê berx li mêrgên xwe biçêrin, Wê xerîb li derên wêran ên qelewan bixwin.
Wê hemû bên û di geliyên kûr de, di qelîştokên zinaran de, di nav hemû devî û diriyan de û li hemû mêrgan bicih bibin.
Wê mirov bi tîr û kevanan werin wê derê. Çimkî wê tevahiya welêt devî û dirî be.
Ji ber ku Îsraêl wek çêlekeke serhişk, serhişkî kir, Ma êdî wê Xudan wan wekî berxikan Li mêrgên berfirehiyê biçêrîne?
Wê keviya deryayê bibin mêrg, Şikeftên şivanan û hevşiyên keriyan.