22 wê bi saya şîrê zêde yê ku distîne, wê nivişk bixwe. Her kesê li welêt sax maye, wê nivişk û hingivê bixwe.
Îbrahîm dew, şîr û goştê golikê ku amade kiribû anî û li ber wan danî. Gava wan dixwar, ew jî li ba wan, li bin darê sekinî.
Herwiha ji Dawid û civata pê re jî hingiv, nivişk, pez û penîr anîn. Çimkî digotin: “Gel li çolê westiyaye, tî û birçî ye.”
Wê kurê pêşî yê belengazan têr bibe, Yê hejar di ewlehiyê de razê. Lê ezê koka te bi xelayê bikujim, Wê bermayiyên te bên kuştin.
Wê bajarên Eroêrê vikîvala bibin. Wê bibin cihên keriyan Ku li wir mexel bin Û kesek wan sil neke.
Gava kurik qencî û xerabiyê ji hev derxe, wê nivişk û hingivê bixwe.
Wê ji nav wan gelek kes biterpilin, Wê bikevin û bişikên. Wê bikevin dafikê û bên girtin.”
Cilên Yûhenna ji pirça devê bûn û qayîşeke çermîn li pişta wî girêdayî bû. Xwarina wî kulî û hingivê çolê bû.