Wê av Cihûdayê di bin xwe de bihêle û di ser re bavêje. Wê heta qirikê bilind bibe, bi pêlên xwe yên berfireh seranserê welatê wî bigire, ya Îmmanûêl!”
Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.
“Lê tu, Bêtlehema Efrata! Tu di nav binemalên Cihûda de biçûk î, Lê ji bo min wê serwerê gelê Îsraêl ji nav te derkeve. Koka wî ji demên berê û rojên qedîm ve ye.”
Milyaket lê vegerand û got: «Ruhê Pîroz wê bê ser te û tê bikevî bin hêza siya wî Yê Herî Berz. Ji ber vê yekê wê ji wî pîrozê ku wê ji te çêbe re Kurê Xwedê bê gotin.
Bêguman, sira jiyana xwedayî mezin e: Ew di bedenê de xuya bû, Ji aliyê Ruh ve rast hat derxistin, Ji aliyê milyaketan ve hat dîtin, Di nav miletan de hat danbihîstin. Di dinyayê de hat bawerkirin Û bi rûmet hat hilkişandin.