7 Bêyî ku êşê bikişîne wê zarok anî, Bêyî ku êşa wê destpê bike wê kurek anî.
Wan ji Îşaya re got: “Hîzqiya wiha dibêje: ‘Îro roja tengasî, erzşikandin û şermê ye. Dema zarokanînê hat, lê hêza ku wan bîne tuneye.
“Ya jina kordunde, ji kêfê biqîre! Ya ku zarok neanîn! Ya ku êşa zarokanînê nekişand, Bi şahî û bi dengê bilind biqîre! Çimkî wê kurên jina wêranbûyî, Ji kurên jina bi mêr pirtir bin” dibêje Xudan.
Dema ku jin zarokê tîne dinyayê, êşê dikişîne. Lê piştî ku zarok anî, bi wê şabûna ku mirovek hatiye dinyayê, êdî ew êşa xwe nayne bîra xwe.
Lê belê Orşelîma ezmanî azad e, diya me ew e.