6 Va ye, ji bajêr xirecir. Ji Perestgehê dengek tê, Dengê Xudan ê ku bergîdana dijminên xwe dide!
Çimkî, va ye Xudan ji cihê xwe dertê. Wê ji ber neheqiyên wan, Şêniyên dinyayê ceza bike. Wê dinya xwîna li ser xwe derxe meydanê, Wê kuştiyan êdî veneşêre.
Çimkî rojeke Xudan a tolstandinê, Ji ber doza Siyonê, saleke hesabê heye.
Li gorî karên wan wê bergîdan bide her kesan. Wê xezeb para dijminên wî, Ceza para neyarên wî bikeve. Wê bergîdana kesên keviyên deryayan jî bide.
Wî got: “Xudan ji Siyonê dike himîn, Ji Orşelîmê dengê xwe bilind dike. Mêrgên şivanan şînê dikin û diçilmisin, Serê Çiyayê Karmelê ziwa dibe.”
Ew bizaro bû û ji bo ku zarokê xwe bianiya, di cefayê de bû, êş dikişand û dikir qîrîn.