24 Wê derkevin derve û li cendekên mirovên ku li dijî min serî hildan, binêrin. Çimkî kurmê laşê wan namire û agirê wan natefe. Wê di çavê hemû beşer de kirêt bin.
Loma hêrsa Xudan li dijî gelê wî rabû. Wî destê xwe dirêj kir û li wan xist. Çiya lerizin û cendek wekî zibil, Di nav kuçeyan de man. Lê dîsa jî hêrsa Xudan daneket, Destê wî li dijî wan dirêjkirî ma.
Wê Xudan tevahiya gelên li dijî Orşelîmê şer dikin, bi vê belayê ceza bike: Gava li ser piyên xwe disekinin wê goştê wan bihele, çavên wan birize û zimanê wan di devê wan de bihele.
Lê heçî yên tirsonek in, yên bêewle, yên di nav pîsîtiyê de ne, yên kuştinê dikin, yên zînakar, yên sêrbaz, yên pûtperest û hemû yên ku derewkar in, para wan di wê golê de ye, ku bi êgir û kewkurtê dişewite. Mirina diduyan ev e.»