12 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê aştiyê wekî çemekî, Dewlemendiya miletan wekî lehiya rabûyî berdim nav wê. Hûnê ji wê bimijin, di hembêzê de bên hilgirtin Û li ser çokên wê bên hejandin.
Wê gel Mala Îsraêl hildin Û bînin cihê wê. Paşê Mala Îsraêl wê wan ji xwe re, Li ser axa Xudan bikin xulam û xadim. Wê kesên ew sirgûn kiribûn, sirgûn bikin, Wê li ser zordarên xwe, serwerî bikin.
Xudan wiha dibêje: “Wê keda Misrê, bazirganiya Kûşê Û Sevayiyên bejindirêj, Derbasî ba te bibe û bibe ya te. Wê ew zilam li pey te werin. Di nav zincîran re derbas bibin Û li ber te deverû herin erdê. Wê ji te re lava bikin û bêjin: ‘Xwedayê rast bi te re ye Û ji xeynî wî Xwedê tuneye.’”
Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.
Ji bo textê Dawid û padîşahiya wî, Wê serwerî her ku biçe zêde bibe Û dawiya aştiyê neyê. Wê serweriya xwe li ser heqî û edaletê ava bike Û ji niha û heta hetayê bidomîne. Wê xîreta Xudanê Karîndar vê yekê pêk bîne.