1 “Min kir ku kesên li min nedipirsiyan, Li min geriyan. Ji aliyê kesên ku li min nedigeriyan ve, Ez hatim dîtin. Ji miletekî ku bi navê min nayê gazîkirin re Min got: ‘Va me ez, va me ez.’
Ya qasidê ku ji Siyonê re mizgîniyê tîne, Hilkişe çiyayê bilind! Ya qasidê ji Orşelîmê re mizgîniyê tîne, Dengê xwe bi hêzdarî bilind bike, netirse! Ji bajarên Cihûdayê re bibêjin: “Va ye Xwedayê we.”
Lê niha ya Aqûb, Afirînerê te, Ya Îsraêl, Xudanê şikil daye te wiha dibêje: “Netirse, çimkî min tu rizgar kirî. Min bi navê te gazî te kir, Tu yê min î.
Va ye, tê gazî miletekî bikî ku te nas nake. Miletê ku bi te nizane, Wê ji bo Xwedayê te Xudan, Ji bo Pîrozê Îsraêl baz bidin werin ba te. Çimkî Xudan tu birûmet kirî.”
“Lê dîsa jî hejmara Îsraêliyan wê wekî sêlaka deryayê be. Wê neyê hejmartin û pîvan. Li cihê ji wan re dihate gotin: ‘Hûn ne gelê min in’ wê ji wan re bê gotin: ‘Hûn zarokên Xwedayê Jîndar in.’