6 Çimkî em hemû bûn wekî kesê qirêj, Hemû karên me yên rast wekî kincên qirêj in. Em mîna pelekî diçilmisin, Neheqiyên me, wekî bayê me hildidin û dibin.
“Ya Mala Aqûb, vê bibihîze! Hûn bi navê Îsraêl hatin gazîkirin, Ji ziriyeta Cihûdayê derketin, Bi navê Xudan sond dixwin Û gazî Xwedayê Îsraêl dikin, Lê ne bi rastî û dilsozî.
Xudan wiha dibêje: “Ka ew nivîsa jinberdanê? Ka yê ku min diya we pê berda? Min hûn firotin kîjan deyndarê xwe? Va ye hûn ji ber xerabiyên xwe hatin firotin, Ji ber serhildanên we diya we hat berdan.
Gava ez hatim çima kes tunebû? Çaxê min gazî kir, çima kesî bersiva min neda? Ma destê min ewqas kurt e Ku ez we xilas nekim? An hêza min tunebû Ku ez we rizgar nekim? Ez bi erzşikandina xwe deryayê ziwa dikim, Ez çeman dikim berî. Masiyên wan ji bêaviyê, Ji tîbûnê dimirin û bêhn didin.
Bi awayê ku di Şerîeta Mûsa de nivîsandiye, ev hemû xerabî hatin serê me. Lê dîsa jî em ji xerabiyên xwe nezivirîn. Ya Xudan, me kerema te nexwest û me guh neda rastiya te.
û bi wî re bibim yek. Êdî rastdariya min ne ji kirina Şerîetê, lê ji baweriya ku bi Mesîh e, tê. Ev rastdarî ne ji min e, ji Xwedê ye û bingeha wê bawerî ye.
Çimkî demekê em bi xwe jî bêfêm, neguhdar, xapiyayî, xulamên kêf û xwestekên cûr bi cûr bûn. Me jiyana xwe bi xerabî û çavnebariyê derbas dikir; her kesî ji me nefret dikir û cênika me jî ji hev diçû.