5 Tu têyî ba kesên bi şahî rastiyê dikin, Kesên di riyên te de te bi bîr tînin. Lê gava me demeke dirêj Li dijî wan riyan guneh kir, tu hêrs bûyî. Ma emê çawa rizgar bin?
“‘Tê ji bo min ji axê gorîgehê çêkî. Tê qurbanên xwe yên aştiyê û şewitandinê, pez û dewarên xwe li wê derê serjê bikî. Li her dera ku ez navê xwe bi bîr tînim, ezê bêm ba te û te pîroz bikim.
Ezê karên Xudan ên dilovaniyê Û kirinên Xudan ên hêjayî pesindanê bi bîr bînim. Çimkî Xudan ji bo me gelek tişt kirin Û qenciya wî ya bi Mala Îsraêl kiriye mezin e Ku li gorî rehm û dilovaniya xwe ya mezin kiriye.
“Ya Efrayîm, ezê çawa te bidim destan? Ya Îsraêl, ezê te çawa teslîm bikim? Ezê çawa te bikim wekî Admayê? Ezê çawa wekî Sevoyîmê bi te re tevbigerim? Dilê min peritî, Dilovaniya min dikele.
Em Xudan nas bikin, Em bikevin pey naskirina wî. Wê li me mîna ronahiya serê sibê esse xuya bibe. Hatina wî wê wek baranê, Wekî barana biharê ku av dide erdê.