5 Min bala xwe dayê, kesekî alîkar be tunebû, Ez li nebûna kesê ku bibe piştgir şaş û metel mam. Zendê min ji min re rizgarî anî, Xezeba min ji min re bû piştgir.
Wan welat bi şûr nestand, Wan xwe rizgar nekir bi baz û bendan. Belê ev, bi destê te yê rastê û bi milê te, bi dîdara ronahiya te çêbû; Çimkî te ji wan hez kir.
Gava ez hatim çima kes tunebû? Çaxê min gazî kir, çima kesî bersiva min neda? Ma destê min ewqas kurt e Ku ez we xilas nekim? An hêza min tunebû Ku ez we rizgar nekim? Ez bi erzşikandina xwe deryayê ziwa dikim, Ez çeman dikim berî. Masiyên wan ji bêaviyê, Ji tîbûnê dimirin û bêhn didin.
Rastiya min nêzîk e, Rizgariya min hate meydanê. Wê zendên min serweriya gelan bikin. Wê kesên keviyên deryayan li benda min bin Û bi zendê min hêvî bikin.
Hişyar be! Hişyar be! Ya zendê Xudan, hêzê li xwe bike! Wekî rojên qedîm, Wekî dema nifşên berê hişyar be! Ma yê ku Rahavê perçe kir Û cinawirê deryayê birîndar kir ne tu bûyî?
“Min mehserê bi tena serê xwe guvaşt Û li ba min ji gelan tu kes tunebû. Min bi hêrsa xwe ew guvaştin Û min bi xezeba xwe ew perçiqandin. Ava wan pijiqî ser cilên min Û hemû cilên min edimîn.