Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 63:3 - Kurmanji Încîl

3 “Min mehserê bi tena serê xwe guvaşt Û li ba min ji gelan tu kes tunebû. Min bi hêrsa xwe ew guvaştin Û min bi xezeba xwe ew perçiqandin. Ava wan pijiqî ser cilên min Û hemû cilên min edimîn.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 63:3
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê kera xwe bi mêwekê ve, Dehşikê xwe bi guliyekî bijare ve girê bide. Wê cilên xwe bi şerabê, Xiftanê xwe bi ava tiriyê sor bişo.


Yêhû got: “Wê bavêjin jêr!” Wan ew avêtin jêr. Peşkên xwîna wê pijiqî ser sûran û hespên ku ew perçiqandin.


Li hemû qureyan binêre û wan kêm bike Û xeraban di cihê wan de biperçiqîne.


Em bi Xwedê mêrxasiyê dikin, Ew dipelçiqîne dijminên me.


Çimkî roja Reb Xudanê Karîndar tê. Di wê rojê de, Di Geliyê Dîtiniyê de xirecir, Binpêkirin û tevlihevî tê. Wê bibe gurmegurma dîwaran Û ji çiyayan re bê feryadkirin.


Wê destê Xudan li ser vî çiyayî bimîne. Çawa ka di loda hokê de tê perçiqandin, Wê Moav jî li cihê xwe bê perçiqandin.


Wê taca quretiya serxweşên Efrayîmê Di bin lingan de bê perçiqandin.


Wî edaletê wekî zirx li xwe kir Û kumzirxê rizgariyê kir serê xwe. Wî cilê tolstandinê wekî cilûberg li xwe kir Û xîretê wekî xiftan li xwe pêça.


Min gel bi hêrsa xwe perçiqandin, Min bi xezeba xwe ew serxweş kirin Û xwîna wan rijand erdê.”


Reb hemû mêrxasên min ji nav min avêtin, Dema şikandina xortên min li dijî min kifş kir. Wekî tiriyê ser mehserê, Xudan Cihûdaya keça xama guvaşt.


‘Dasê biweşînin, zad gihîştiye. Werin, bi piyê xwe biguvêşin! Mehsere tije ye û di ser re davêje. Çimkî xerabiyên miletan mezin in.’”


Wê gavê wê dijmin min bibîne, Wê ew kesê ku ji min re gotiye: “Ka Xwedayê te Xudan li ku ye?!” şerm bike. Ezê ketina wan bi çavê xwe bibînim, Wê wekî heriya kuçeyan biperçiqin.


Wê bibin mîna mêrxasên di şer de Ku dijminên xwe di nav heriya kuçeyan de diperçiqînin. Ji ber ku Xudan bi wan re ye, Wê şer bikin û siwaran şermezar bikin.


Hûnê xeraban biperçiqînin. Erê, di roja ku min ev kirin de, wê di binê lingên we de toz bibin” Xudanê Karîndar dibêje.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ