1 Ev kî ye ku ji Edomê tê Û bi cilên edimî yên sorbûyî ji Bosrayê tê? Ev kî ye ku bi cilên bi heşmet, Bi mezinbûna hêza xwe dimeşe? “Ew ez im, ez rastiyê dibihîzim Û di rizgarkirinê de hêzdar im.”
Ev kî ye ji çolê tê? Ev kî ye xwe spartiye evîndarê xwe? Min li bin dara sêvê tu hişyar kirî, Li wir diya te êşa te kişand, Li wir jina ku te anî dinyayê êş kişand.
Min li dereke veşartî, Li diyarê tarî negot. Min ji ziriyeta Aqûb re negot: ‘Li dereke vikîvala li min bigerin.’ Ez Xudan bi edaletê dibêjim, Tiştên rast didim bihîstin.
Ji bo textê Dawid û padîşahiya wî, Wê serwerî her ku biçe zêde bibe Û dawiya aştiyê neyê. Wê serweriya xwe li ser heqî û edaletê ava bike Û ji niha û heta hetayê bidomîne. Wê xîreta Xudanê Karîndar vê yekê pêk bîne.
Gotina Xudan ev e: “Ez bi navê xwe sond dixwim: ‘Wê Bosra bibe mijara sawê û riswabûnê. Wê bibe nalet û wêrane, Wê hemû bajarên wê her û her wêran bimînin.’”
Dîtiniya Ovadya: Reb Xudan li ser Edomê wiha dibêje: Me ji Xudan xeberek bihîst, Ji miletan re qasidek hate şandin ku dibêje: “Rabin em şerê Edomê bikin!”
Xwedayê te Xudan Rizgarkarekî hêzdar e Û di nav te de ye! Wê ji bo te şa û kêfxweş bibe. Wê bi hezkirina xwe te nû bike, Ji bo te wê bi stranan dilgeş bibe.