Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 62:8 - Kurmanji Încîl

8 Xudan bi destê xwe yê rastê Û bi zendê xwe yê hêzdar sond xwar: “Ezê dexlê te, ji bo ku bibe xwarin êdî nedim dijminên te, Wê xerîb şeraba te ya nû êdî venexwin Ku te di ber de ked daye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 62:8
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Welatê we wêran bûye, Bajarên we şewitî ne. Li ber çavê we, Xerîb axa we dixwin. Çawa ku xerîban serobino kiribin, Welat wisa wêran bûbû.


Min bi xwe sond xwar. Gotina ji devê min dertê rast e, Wê vala neçe. Wê herkes li ber min çok bide, Wê her ziman bi min sond bixwe.


“Çimkî ji bo min, ev wekî tofana Nûh e. Çawa ku min sond xwar ku Wê tofana Nûh careke din li ser dinyayê ranebe, Min sond xwar ku Ezê li dijî te hêrs nebim, Ezê careke din erzê te neşikênim.


Hûn çima pereyê xwe ji bo tiştê ku ne nan e didin? Hûn çima keda xwe ji bo tiştê ku têr nake dirijînin? Baş min bibihîzin! Bila hûn tiştên qenc bixwin, Bila bi xwarina dewlemendan canê we zewqê bistîne.


Wî dît ku kes tuneye, Ew şaş û metel ma ku navberkarekî tunebû. Loma wî bi zendê xwe rizgarî anî, Rastiya wî jê re bû piştgirî.


Tê dîsa li çiyayên Sameryayê rezan deynî. Wê rezvan tirî bixwin.


Wê zad û nanê te daqurtîne, Keç û kurên te daqurtîne, Pez û dewarên te daqurtîne Û mêw û darhejîrên te daqurtîne. Wê bajarên te yên bisûr ên ku tu pê ewle yî, Bi şûr biperçiqîne.”


ezê we wiha ceza bikim: Ezê sawê bînim ser we. Ezê ta û werema ku ronahiya çavan ditefîne û canê we dixwe bînim ser we. Hûnê tovên xwe beredayî biçînin, çimkî wê dijminên we berê wan bixwin.


Ezê gelê xwe Îsraêl vegerînim firehiya berê, Wê bajarên wêran ava bikin û lê rûnin. Wê rezan deynin û şeraba wan vexwin, Wê bexçeyan deynin û fêkiyê wan bixwin.


“Tê bi keçikekê re dergistî bî lê wê zilamekî din pê re razê. Tê xanî ava bikî lê tê de rûnenî. Tê rez deynî lê berê wî nexwî.


Wê li ber çavê te gayê te bê serjêkirin lê tê jê nexwî. Wê kerê te li ber te bê şelandin lê wê li te venegere. Wê dewarên te bidin dijminên te lê wê tu kes te rizgar neke.


Wê miletekî ji bo te nenas berê axa te û hemû keda te bixwe. Wê herdem zor li te bê kirin û tê bêyî şikandin.


Ez destê xwe ber bi ezmanan ve hildidim Û dibêjim: Bi xatirê min ê herheyî,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ