Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 62:5 - Kurmanji Încîl

5 Çawa ku xortek bi keçekê re dizewice, Wê kurên te jî wisa bi te re bizewicin. Çawa ku zava bi bûkê şa dibe, Wê Xwedayê te jî wisa bi te şa be.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 62:5
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ya keçên Siyonê, derkevin! Silêmanê padîşah bi taca wî bibînin! Ew taca ku di roja daweta wî de, Di roja şahiya dilê wî de Diya wî, danî serê wî.


Bi min re ji Lubnanê were, bûka delal, Bi min re ji Lubnanê were. Ji serê Çiyayê Amanayê, Ji serê Senîr û Hermonê, Ji şikeftên şêran, Ji çiyayên pilingan berjêr be.


Wê êdî ji bo te: “Hatiye berdan” neyê gotin, Êdî wê ji bo welatê te: “Wêrane” neyê gotin. Wê ji bo te: “Dilê min jê xweş e” Û ji bo welatê te: “Zewicî” bê gotin. Çimkî dilê Xudan ji te xweş dibe Û wê welatê te bizewice.


Ezê bi Orşelîmê dilgeş bim, Ezê bi gelê xwe şa bim. Wê êdî ne dengê girî, ne jî dengê hewarê li wir neyê bihîstin.


Ezê bi qencîkirina bi wan re şa bibim û wan bi dilsozî hemû dilê xwe û hemû canê xwe li vî welatî daçikînim.’


Tê heta hetayê bibî zewceya min. Ezê jî bi rastî û edalet, bi kerem û dilovaniyê, Bi te re bizewicim.


Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê bersivê bidim Ezê bersiva ezmanan bidim, Ewê jî bersiva erdê bidin.


Xwedayê te Xudan Rizgarkarekî hêzdar e Û di nav te de ye! Wê ji bo te şa û kêfxweş bibe. Wê bi hezkirina xwe te nû bike, Ji bo te wê bi stranan dilgeş bibe.


“Wê hemû milet bibêjin xwezî bi we. Çimkî wê welatê we bê xwestin” Xudanê Karîndar dibêje.


Em çavên xwe bidin ser pêşeng û temamkarê baweriya xwe Îsa. Wî ji bo şahiya ku li ber wî bû, xaç ragirt ser xwe û şermî bi tiştekî hesab nekir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ