1 Heta rûspîtiya wê wekî biriqîna rojê Û rizgarbûna wê wekî xetîreyeke pêxistî derkeve, Ezê ji bo xatirê Siyonê bêdeng nemînin, Ji bo xatirê Orşelîmê rihet nebim.
Hişyar be! Hişyar be! Ya zendê Xudan, hêzê li xwe bike! Wekî rojên qedîm, Wekî dema nifşên berê hişyar be! Ma yê ku Rahavê perçe kir Û cinawirê deryayê birîndar kir ne tu bûyî?
Wê ev bajar ji bo min û hemû miletên dinyayê yên ku tevahiya qenciya ez bi wan dikim bibihîzin, bibe navekî şahî, berzî û pesindanê. Wê ji ber hemû xêr û qenciya ku ez didim wan, bitirsin û bilerizin.’
Wê pir milet herinê û bêjin: “Werin em herin Çiyayê Xudan. Em herin Mala Xwedayê Aqûb Ku ew riyên xwe hînî me bike Û em di rêçikên wî de bimeşin. Çimkî wê rê û rêbaz ji Siyonê Û gotina Xudan ji Orşelîmê derkeve.”
Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.» Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.