9 Wê ziriyeta wan di nav miletan de, Şaxên wan di nav gelan de bên zanîn. Hemû kesên wan bibînin, Wê bizanin ku ew ji wê ziriyetê ne Ku Xudan ew pîroz û bereket kiriye.”
“‘Çimkî ezê avê bi ser axa tîbûyî de, Rûbaran bi ser erdê ziwa ve birijînim. Ezê ruhê xwe bi ser ziriyeta te re Û bereketa xwe bi ser şaxên te re birijînim.
Lê Xudan ji perçiqandina wî razî bû, Wî xwest ew were eziyetkirin. Çimkî gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, Wê ziriyeta xwe bibîne û emrê wî dirêj be. Wê armanca Xudan di destê wî de pêşve here.
Çimkî Xudan wiha dibêje: “Ji bo Aqûb bi kêf û şahî biqîrin! Ji bo serekê miletan bi dengê bilind biqîrin! Pesindana xwe bidin bihîstin û bêjin: ‘Ya Xudan, bermayiyên gelê xwe Îsraêl rizgar bike!’
Ya Mala Cihûda! Ya Mala Îsraêl! Bi qasî hûn di nav miletan de bûn mijara naletê, wisa jî ezê we rizgar bikim û hûnê bibin çavkaniya bereketê. Netirsin, bila destê we hêzdar be!’