7 Wê li şûna şerma we, para we du qat be, Li şûna riswakirinê, hûnê li ser para xwe ji kêfan biqîrin. Loma hûnê li welatê xwe bibin xweyî du qat mîras Û wê şahiya we her û her be.
Gava ew derbas bûn Êlyas ji Êlîşa re got: “Beriya ku ez ji ba te bêm hildan, ez ji bo te çi bikim, bêje?” Êlîşa got: “Ez lava dikim bila ji ruhê te du par ên min bin.”
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin, Wê bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê, Wê nalîn û keder bireve û here.
Bi dilê Orşelîmê re bipeyivin, Gazî wê bikin. Bêjin ku dema şer temam bû, Neheqiya wê jî hat bexişandin. Çimkî di ber hemû gunehên xwe de, Ji destê Xudan du qat stand.”
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin Û bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê Û wê nalîn û keder bireve û here.
Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye, wê xulamên min bixwin, Lê hûnê birçî bimînin. Wê xulamên min vexwin, Lê hûnê tî bimînin. Va ye, wê xulamên min şa bin, Lê hûnê şermezar bibin.
Va ye, ezê wî çaxî belaya xwe bidim Hemû kesên ku li te eziyet kirin. Ezê kesê kulek rizgar bikim, Kesên sirgûnbûyî berhev bikim. Ezê şerma wan bikim Pesin û navdarî û li seranserê dinyayê belav bikim.
Wê kurê jina jê hez nake wekî kurê pêşî qebûl bike û ji hemû malê xwe du qat bide wî kurî. Ji ber ku ev kur berê pêşî yê hêza bavê xwe ye û mafê kurê pêşî yê wî ye.