19 “Êdî wê roj nebe ronahiya te ya bi roj, Wê êdî biriqîna heyvê ronahiyê nede te. Lê wê Xudan bibe ronahiya te ya herheyî, Wê Xwedayê te bibe berziya te.
Wê heyv şermezar bibe, Wê roj sor bibe. Çimkî wê Xudanê Karîndar Li Çiyayê Siyonê, Li Orşelîmê padîşahiyê bike. Wê li pêş rîspiyên xwe Rûmeta xwe nîşan bide.
Roja ku Xudan şikestiyên gelê xwe pêça Û birîna bi lêxistina xwe çêkiriye qenc kir, Wê ronahiya heyvê wekî ronahiya rojê bibiriqe. Wê ronahiya rojê heft qat be, Wekî ronahiya heft rojan.”
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin Û bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê Û wê nalîn û keder bireve û here.