18 Êdî wê li welatê te zordarî, Li sînorên te şikestin û hilweşandin neyê bihîstin. Tê navê dîwarên xwe bikî rizgarî Û navê dergehên xwe bikî pesindan.
Wê di nav miletan de dadbariyê bike Û meseleyên pir gelan çareser bike. Wê gel şûrên xwe bikin gîsin Û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê. Wê milet li dijî hev şûr ranekin, Êdî hînî şer nebin.
Ezê wan li mala xwe, Di nav dîwarên xwe de, Nav û cihekî bîranînê bidim wan Ku ji ya kur û keçan çêtir in. Ezê navekî herheyî bidim wan ku nayê avêtin.
Ezê di şûna tûnc de zêr, Di şûna hesin de zîv bînim. Ezê di şûna darê de tûnc, Di şûna kevir de hesin bînim. Ezê aştiyê bikim serwerê te Û edaletê bikim serkarê te.
Wê êdî ji bo te: “Hatiye berdan” neyê gotin, Êdî wê ji bo welatê te: “Wêrane” neyê gotin. Wê ji bo te: “Dilê min jê xweş e” Û ji bo welatê te: “Zewicî” bê gotin. Çimkî dilê Xudan ji te xweş dibe Û wê welatê te bizewice.
Wê di nav pir miletan de dadbariyê bike Û meseleyên miletên hêzdar ên dûr çareser bike. Wê gel şûrên xwe bikin gîsin Û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê. Wê milet li dijî hev şûr ranekin, Êdî wê hînî şer nebin.
Va ye, ezê wî çaxî belaya xwe bidim Hemû kesên ku li te eziyet kirin. Ezê kesê kulek rizgar bikim, Kesên sirgûnbûyî berhev bikim. Ezê şerma wan bikim Pesin û navdarî û li seranserê dinyayê belav bikim.
Ezê li derdora Mala xwe artêşgehekê deynim Û bibim nobedar ku kesek neçe û neyê. Wê zordarek careke din li ser gelê min derbas nebe, Çimkî êdî çavê min nobedar e.