17 Ezê di şûna tûnc de zêr, Di şûna hesin de zîv bînim. Ezê di şûna darê de tûnc, Di şûna kevir de hesin bînim. Ezê aştiyê bikim serwerê te Û edaletê bikim serkarê te.
Roja ku Xudan şikestiyên gelê xwe pêça Û birîna bi lêxistina xwe çêkiriye qenc kir, Wê ronahiya heyvê wekî ronahiya rojê bibiriqe. Wê ronahiya rojê heft qat be, Wekî ronahiya heft rojan.”
Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.”
Wê rojê wê Xudan şêniyên Orşelîmê biparêze. Wê rojê wê kesê di nav wan de herî sist, wekî Dawid be. Mala Dawid jî wekî Xwedê be, wekî milyaketê Xudan be ku li pêşiya wan be.