13 “Darên çam, çinar û spîndarên ku rûmeta Lubnanê ne, Wê hemû bi hev re bên ba te Û cihê Pîrozgeha min xweşik bikin. Ezê cihê lingên xwe birûmet bikim.
Dawidê Padîşah rabû ser xwe û got: “Ya bira û gelê min, bibihîzin! Di dilê min de hebû ku ez maleke ji bo Sindoqa Peymana Xudan ava bikim. Bila pêgeha Xwedayê me rihet be. Min amadekariya wê jî kir.
Wê her der bibe kulîlk, Wê şa be û bi kêf biqîre. Wê rûmeta Lubnanê, Rewnaqiya Karmel û Şaronê bê dayîn. Wê rûmeta Xudan, Rewnaqiya Xwedayê me bibînin.
Wê di şûna devî û diriyan de çam, Di şûna gezgezkê de dara mêrsînê şîn bibe. Wê ev yek ji bo Xudan bibe nav û deng, Bibe nîşaneke herheyî ku nayê avêtin.”