2 Li raserê wî Seraf disekinîn. Şeş baskên her yekî ji wan hebûn. Bi diduyan rûyê xwe dinixamtin, bi diduyan lingên xwe dinixamtin û bi diduyan difiriyan.
Gava Êlyas ev deng bihîst, rûyê xwe bi ebayê xwe nixumand û rabû li ber devê şikeftê sekinî. Dengek lê peyda bû û jê re got: “Êlyas tu li vir çi dikî?”
Silêman xerûb xistin odeya hundirîn. Baskên xerûban ji hev vekirî bûn. Baskekî ji wan digihîşt dîwarekî, baskê xerûbê din digihîşt dîwarê din. Baskên wan li nîveka odeyê li hev diketin.
“Tu, tenê tu Xudan î. Te ezmanan, ezmanên ezmanan, tevahiya nexşên wan, erd û hemû tiştên di wan de, derya û hemû tiştên tê de te afirandin. Tu can didî tevahiya wan. Hemû nexşên ezmanan li ber te deverû dibin.
Milyaket, ji milyaketên pêşberî xwe re got: “Cil û bergên qirêj jê bikin.” Paşê berê xwe da Yêşû û got: “Va ye min sûcê li ser te rakir. Ezê cil û bergên xweşik li te bikim.”
Hingê min milyaketekî din dît ku di nava ezmên de difirî, Mizgîniyeke herheyî bi wî re bû, da ku Mizgîniyê bide yên ku li ser rûyê erdê rûdinin, yanî bide her milet, bavik, ziman û gelan.
Û ji çar afirîdan her yek ji wan şeş baskên wî hebûn, hawirdora wî û hundirê wî bi çavan tije bû. Bi şev û bi roj bê rawestin dibêjin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî, Yê ku Hebû, Yê ku Heye û Yê ku Wê Bê.»
Hingê min nêrî û min dengê eylo bihîst ku di nîvê ezmên de difirî û bi dengekî bilind digot: «Ji ber dengê boriyên wan sê milyaketên mayî yên ku wê li boriyê bixin: Wey, wey, wey li wan ên ku li ser rûyê erdê rûdinin.»