13 Li welêt dehyeka mirovan jî bimîne, Wê dîsa bê şewitandin. Wekî darberû û darmaziyan, gava qelibîn, Wê tenê qurmê wan bimîne. Ziriyeta pîroz wê wekî wî qurmî be.”
Wan ji bo xwe û kurên xwe, keçên wan anîn. Ziriyeta pîroz bi gelên welatên derdorê re tevlihev bû. Di vê nedilsoziyê de destê serek û peywirdaran hebû.”
“Lê niha, ji bo demeke kurt, Xwedayê me Xudan li ber me ket û wî ji me hinek kesên filitî û saxmayî berda û singekî cihê xwe yê pîroz bide me ku çavên me ronî bike û bi koletiya me debara me bike.
Çimkî Reb Xudan wiha dibêje: “Bajarek hezar şervanan dertîne, Lê wê sed zilamên wî sax bimînin. Bajarekî din sed zilaman dertinê, Lê wê deh zilamên Mala Îsraêl bimînin.”
Wê welatê Aşûrê bi şûr Û welatê Nemrûd bi şûrên tazî şivantiyê bikin. Heke Aşûrî derbasî sînorê me bibin û pê li welatê me jî bikin, Wê ev rêber me rizgar bikin.
Qey Xwedê hûn herdu nekiribû ruh û bedenek? Çima yek? Çimkî ew ji xwe re li ziriyetekê digeriya. Loma jî hay ji xwe hebin ku tu kes bêbextiyê li jina ciwaniya xwe neke.