10 Dilê vî gelî hişk bike, Guhê wan giran bike Û çavê wan bigire Ku bi çavê xwe nebînin, Bi guhê xwe nebihîzin Û bi dilê xwe fêm nekin. Li min venegerin û şifayê nebînin.’”
Wê gotina Xudan ji wan re wisa bibe: Emir li ser emran, emir li ser emran, Rêzik li ser rêzikan, rêzik li ser rêzikan, Piçek ji vir, piçek ji wir! Wê herin, li ser piştê bikevin, Bişikên, bikevin dafikê û bên girtin.
Loma ezê careke din kerametan nîşanî vî gelî bidim, Erê ezê karekî nûwaze û matmayî bikim. Wê şehrezabûna şehrezayan nemîne Û fêmdariya fêmdaran bê veşartin.”
Ya Xudan, tu ji bo çi me ji riyên xwe averê dikî? Çima tu dilê me hişk dikî ku em ji te netirsin? Ji bo xatirê xulamên xwe, Ji bo eşîrên ku mîrasa te ne bi şûn de were!
Ez bi kê re bipeyivim? Ez kê hişyar bikim ku guhdarî bike? Va ye, guhê wan giran in, ew baş nabihîzin. Gotina Xudan li gorî wan riswabûnek e, Dilê wan pê şa nabe.
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye, Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›
Çimkî dilê vî gelî hişk bûye Guhên wan giran bûne Û wan çavên xwe girtine. Nebe ku ew bi çavên xwe bibînin Û bi guhên xwe bibihîzin Û bi dilê xwe fêm bikin Û vegerin ku ez wan qenc bikim.›
Lê Sîhonê Padîşahê Heşbonê nexwest em di welatê wî re derbas bibin. Çimkî Xwedayê we Xudan canê wî hişk kir û dilê wî şidand ku wekî îro wî bide destê we.
Çimkî çaxê ez wan bînim welatê şîr û hingiv jê diherike ku min ji bav û kalên wan re sond xwaribû û ew têr û bibereket bûn, wê berê xwe bidin îlahan û xulamiya wan bikin. Wê min kêm bibînin û peymanê xera bikin.