4 Va ye, hûn bi tenê ji bo şer û pevçûnê, Bi tenê ji bo bi kulma xerabiyê lêxin rojî digirin. Bi vê rojîgirtina wekî îro, Wê li ezmanan dengê we neyê bihîstin.
Piştre li Nînewayê ev ferman da: “Fermana padîşah û giregiran ev e: Ne mirov û ne jî heywan divê tiştekî nexwe û venexwe. Herwiha pez û dewar divê neçêrin û avê venexwin.
«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.
Îcar Îsa ji ba Qeyafa birin qesra walî. Serê sibê zû bû û Cihû neketin qesrê, da ku adetên paqijiyê yên dînî xera nekin û bikarin xwarina Cejna Derbasbûnê bixwin.