Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 58:3 - Kurmanji Încîl

3 Dibêjin: ‘Em rojî digirin, Çima tu nabînî? Me canê xwe nizim kir, Çima tu pê nizanî?’ “Va ye, di roja hûn rojî digirin de, Hûn li pey kêfa xwe ne Û zorê li hemû karkerên xwe dikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 58:3
23 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Li wir, li kêleka Coya Ahawayê, rojî îlan kir ku em xwe li ber Xwedayê xwe dev ji nefsa xwe berdin û jê bixwazin ku ew ji bo xwe, zarokên xwe û tevahiya mal û milkê xwe riyekê ji me re veke.


Bi dilê xwe şêwirîm, min pêşeng û peywirdar sûcdar kirin û got: “Tevahiya we ji birayên xwe faîzê distînin.” Min li dijî wan komeke mezin ava kir


Wiha jî dibêje: ‘Tu feyde tuneye ku Mirov ji Xwedê razî be.’


Ez giriyam, min bi rojiyê cefa da xwe, Ev ji bo min eyib hat hesibandin.


Kesê guhê xwe nade şerîetê, Duaya wî jî kirêt e.


Wê rojê Reb Xudanê Karîndar, Gazî we kir ku hûn bigirîn, Li xwe bixin, porê xwe kur bikin Û çûx li xwe bikin.


Lê we kêfa xwe kir û hûn şa bûn. We got: “Em bixwin û vexwin, Çimkî emê sibê bimirin” We pez û dewar serjê kirin, Goşt xwar, şerab vexwar.


Ez li gelê xwe hêrs bûm. Min mîrasa xwe mirdar kir, Min ew da destê te. Tu li wan nehatî rehmê, Te nîrê xwe li ser pîr û kalan pir giran kir.


“Wê ev ji bo we qanûneke herheyî be. Hûnê di roja dehê meha heftan de, dev ji nefsa xwe berdin û wê tu kes Îsraêlî û xerîbên di nav xwe de nexebitîne.


Ew roj, ji bo we Roja Septê ya bêhnvedanê ye. Hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Ev qanûneke herheyî ye.


“Roja dehê meha heftan jî roja kefaretê ye. Hûnê civîneke pîroz çêkin û hûnê dev ji nefsa xwe berdin. Hûnê pêşkêşiya şewitandinê pêşkêşî Xudan bikin.


“We gotiye: ‘Xulamiya ji Xwedê re tiştekî beredayî ye. Pêkanîna peywira wî, şîna li hizûra Xudanê Karîndar, çi bi me da qezenckirin?!


Xwedê li Balam xuya bû. Balam jê re got: “Min heft gorîgeh amade kirin û li ser her yekê conega û beranekî pêşkêş kirin.”


Lê wî ji bavê xwe re got: ‹Binêre, evqas sal in ku ez xizmeta te dikim û ez tu caran ji gotina te derneketim, te karikek jî neda min, ku ez bi dostên xwe re pê şa bibim.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ