Îşaya 57:17 - Kurmanji Încîl17 Ez ji ber qezenca neheq a wan hêrs bûm, Min li wan xist, rûyê xwe nixamt û ez hêrs bûm. Lê dîsa serhişkî kirin û dane ser riya xwe. အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Kesê dewarekî serjê dike, Wekî wî kesî ye ku mirovekî dikuje. Kesê berxekî dike qurban, Wekî wî kesî ye ku stûyê kûçikekî dişikêne. Kesê pêşkêşiya dexlê pêşkêş dike, Wekî wî kesî ye ku xwîna berazan pêşkêş dike. Kesê wekî pêşkêşiya bîranînê, guniyê dişewitîne, Wekî wî kesî ye ku diperize pûtan. Wan kesan riyên xwe hilbijartin, Canê wan bi kirêtiyên wan xweş e.