6 “Xerîbên ku xwe bi Xudan ve girê dabûn Ku jê re xizmetê bikin, Ji navê Xudan hez bikin Û bibin xulamên wî, Erê, her xerîbê Roja Septê digire, mirdar nake Û bi peymana min qewîn digire,
Çimkî wê Xudan li ber Aqûb bikeve. Wê cardin Îsraêl hilbijêre Û wan li ser axa wan bi cih bike. Wê xerîb bi wan re bibin yek Û bi Mala Aqûb ve bên girêdan.
“Kesek wê bêje: ‘Ez yê Xudan im.’ Kesekî din wê navê Aqûb li xwe bike. Wê kesek jî li ser destê xwe ‘Yê Xudan e’ binivîse Û navê Îsraêl li ser xwe qebûl bike.”
“Heke tu Roja Septê binpê Û di roja min a pîroz de daxwaza dilê xwe nekî, Heke tu ji Roja Septê re: ‘Xweş e’ Û ji roja Xudan a pîroz re: ‘Birûmet e’ bêjî, Heke tu rûmetê bidî wê rojê, di riya xwe de nemeşî, Nedî pey daxwaza dilê xwe û gotinên vala nekî,
Kesên dûr jî wê werin û ji bo avakirina Perestgeha Xudan kar bikin. Loma hûnê bizanibin ku Xudanê Karîndar ez şandime ba te. Heke hûn baş guhên xwe bidin dengê Xwedayê we Xudan, wê ev yek pêk bê.”
Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne.
Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin?