2 Xwezî bi wî mirovî Ku vê yekê pêk tîne û qewîn pê digire. Xwezî kurê mirovan yê ku Roja Septê digire, Mirdar nake û xwe ji her cure xerabiyê dûr dixe.”
lê roja heftan ji bo Xwedayê te Xudan Sept e. Wê rojê tu, kurê te, keça te, xulamê te, xadima te, heywanên te û xerîbên di nav te de, hûnê tu karî nekin.
“Xerîbên ku xwe bi Xudan ve girê dabûn Ku jê re xizmetê bikin, Ji navê Xudan hez bikin Û bibin xulamên wî, Erê, her xerîbê Roja Septê digire, mirdar nake Û bi peymana min qewîn digire,
“Heke tu Roja Septê binpê Û di roja min a pîroz de daxwaza dilê xwe nekî, Heke tu ji Roja Septê re: ‘Xweş e’ Û ji roja Xudan a pîroz re: ‘Birûmet e’ bêjî, Heke tu rûmetê bidî wê rojê, di riya xwe de nemeşî, Nedî pey daxwaza dilê xwe û gotinên vala nekî,