10 Nobedarên Îsraêl kor in, Hemû nezan in. Wekî seyên bêziman in, Hemû nikarin biewtin. Radizin û xewnan dibînin Ji xewê hez dikin!
Heta bîst û sê saliya padîşahiya Yoaş, kahinan hê jî dest bi temîra Malê nekiribûn.
Çimkî Xudan ruhekî xewa giran Bi ser we de rijand. Pêxemberno! Wî çavên we girtin! Zanyarno! Wî serên we nixamtin!
Xwe şaşomaşo bikin, Şaş û metel bimînin. Xwe kor bikin û nebînin. Serxweş bin, lê ne bi şerabê, Bişewişin, lê ne ji ber meyê.
Dengek tê! Nobedarên te dengê xwe bilind dikin, Bi hev re ji kêfan diqîrin. Çimkî vegera Xudan a Siyonê Bi çavên xwe dibînin!
“Bi dengê bilind gazî bikin, Xwe nedin paş! Dengê xwe wekî boriyê bilind bikin! Ji gelê min re serhildana wî Û ji Mala Aqûb re gunehên wî bibêjin.
Ew di kuçeyan de wekî koran digerin. Ew bi xwînê ewqas mirdar in Ku tu kes xwe bi cilên wan nake.
“Gelê min ji nebûna zanînê tune bû. Ji ber ku te zanîn red kir, Ezê te ji kahintiya xwe red bikim. Te Şerîeta Xwedayê xwe ji bîr kir. Ezê jî zarokên te ji bîr bikim.
Ya Padîşahê Aşûrê! Şivanên te xilmaşî, Mezinên te xewar in. Gelê te belav bû çû çiyê Û kesek tuneye berhev bike.
Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»
Hay ji yên wek kûçikan, hay ji karkerên xerab û hay ji sineta seqet hebin.