7 Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne.
Çimkî wê Xudan li ber Aqûb bikeve. Wê cardin Îsraêl hilbijêre Û wan li ser axa wan bi cih bike. Wê xerîb bi wan re bibin yek Û bi Mala Aqûb ve bên girêdan.
Bi dilê Orşelîmê re bipeyivin, Gazî wê bikin. Bêjin ku dema şer temam bû, Neheqiya wê jî hat bexişandin. Çimkî di ber hemû gunehên xwe de, Ji destê Xudan du qat stand.”
Lingên wan ber bi xerabiyê ve dibezin, Ber bi rijandina xwîna bêsûcan ve dilezînin. Fikrên wan, fikrên xerabiyê ne, Şikestin û hilweşandin li ser riya wan e.
Padîşahê min, bila şîreta min ji bo te xweş be: Bi kirinên rast, gunehên xwe û bi alîkariya ketiyan, xerabiyên xwe bişikêne û dev ji wan berde. Bi vî awayî belkî rihetiya te bê dirêjkirin.”
Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»
Loma ez ji te re dibêjim, li gunehên wê yên gelek hat bihûrtin. Ji ber vê yekê wê gelek hez kiriye. Lê yê ku jê re hindik tê lêbihûrtin, ew hindik hez dike.»
Lê min pêşî ji yên li Şamê re, piştre ji yên li Orşelîmê û ji yên li tevahiya diyarê Cihûstanê re û ji miletan re jî da zanîn ku divê ew tobe bikin, li Xwedê bizivirin û kirinên ku li tobekirinê tên, bikin.