12 “Hûnê esse bi şahî derkevin Û Bi xêr û silamet rêberiya we bê kirin. Wê gir û çiya li pêş we bi şahî biqîrin, Wê hemû darên mêrgan li çepikan bixin.
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin, Wê bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê, Wê nalîn û keder bireve û here.
Ezmanno, ji kêf biqîrin! Çimkî Xudan ev kir. Binê erdê jî biqîre! Çiyano, bi şahî biqîrin! Daristan û her dara tê de jî! Çimkî Xudan Aqûb rizgar kir Û wê li welatê Îsraêl rewnaqiya xwe diyar bike.
Ji Babîlê derkevin! Ji Kildaniyan birevin! Bi qîrîna şahiyê vê ragihînin, Bidin bihîstin, heta binê dinyayê belav bikin. Bêjin: “Xudan Aqûbê xulamê xwe rizgar kir!”
Wê kesên Xudan rizgar kirine vegerin Û bi stranan werin Siyonê. Wê şahiya herheyî li ser serê wan be. Wê bigihîjin kêf û şahiyê Û wê nalîn û keder bireve û here.
wê dengê kêf û şahiyê, dengê bûk û zavê were. “‘Ji Xudanê Karîndar re şikir bikin, Çimkî Xudan qenc e. Dilovaniya wî her û her e. Çimkî ezê welêt vegerînim firehiya berê’” dibêje Xudan.