3 Ji aliyê mirovan ve Ew hat kêmkirin û redkirin. Mirovê êş û eleman bû, Nexweşî nas kirin. Wekî zilamê ku mirov rûyê xwe jê vedişêrin, Ew hat kêmkirin. Me qedir neda wî.
Xudanê Rizgarkarê Îsraêl û Pîrozê wî ji kesê ku milet wî kêm û wekî tiştekî kirêt dibînin, ji koleyê serweran re wiha dibêje: “Ji ber Xudanê dilsoz, pîrozê Îsraêl ku tu hilbijartî, Wê padîşah te bibînin û rabin ser lingan, Wê serek li ber te deverû herin erdê.”
Lê Xudan ji perçiqandina wî razî bû, Wî xwest ew were eziyetkirin. Çimkî gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, Wê ziriyeta xwe bibîne û emrê wî dirêj be. Wê armanca Xudan di destê wî de pêşve here.
«Va ye, em hildikişin Orşelîmê. Kurê Mirov wê bê dayîn destê serekên kahînan û Şerîetzanan. Ewê cezayê mirinê li ser wî bidin û wî bidin destê miletan.
Wî jî ji wan re got: «Bi rastî, pêşî Êlyas tê û her tiştî sererast dike. Lê çima weha li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn ku ewê gelek cefayê bikişîne û biçûk bê dîtin?
Îsa di jiyana xwe ya li ser erdê de bi gazî û hawar, bi hêstirên çavan dua û lavan pêşkêşî wî kir, ku dikarî ew ji mirinê xilas bikira û ji ber xwedêtirsiya xwe hatibû bihîstin.