2 Ew li hizûra wî wekî şaxekî teze, Wekî koka li axa ziwa mezin bû. Ne bedewiya wî, ne jî rewnaqiya wî hebû Ku em lê binêrin. Di dîtina wî de tiştekî dilê me herê tunebû.
Çimkî wê zarokek ji me re çêbe, Wê kurek ji me re bê dayîn. Wê serwerî li ser milê wî be. Wê navê wî Şêwirmendê Nûwazekar, Xwedayê Karîndar, Bavê Herheyiyê, Mîrê Aştiyê be.
“Va ye, roj tên Ku ezê ji bo Dawid guliyekî rast rakim.” Ev e gotina Xudan. “Wê wekî padîşahekî serweriyê bike. Wê bi şehrezayî tevbigere Û li welêt rastî û edaletê pêk bîne.
“‘Ya Yêşûyê Serkahin! Tu û hevalên te yên kahin ên li ber te rûniştine guhdar bin! Çimkî ew, mirovên nîşanê ne. Va ye ezê xulamê xwe Gulî derxim meydanê.
Wî jî ji wan re got: «Bi rastî, pêşî Êlyas tê û her tiştî sererast dike. Lê çima weha li ser Kurê Mirov hatiye nivîsîn ku ewê gelek cefayê bikişîne û biçûk bê dîtin?
Li ser vê yekê Îsa bi taca serê xwe ya ji stiriyan çêkirî û bi xiftanê binefşî yê li xwe kirî ve derket derve. Pîlatos ji wan re got: «Va ye, ew mirov!»
Ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya gunehan û bi vî awayî guneh di nefsa mirov de sûcdar derxist.