7 Lingên mizgînvanê serê çiyê çiqas xweşik in Ku peyva aştiyê dide bihîstin, Mizgîniya qenciyê tîne Rizgariyê dide bihîstin Û ji Siyonê re dibêje: “Xwedayê te serweriyê dike!”
Wê heyv şermezar bibe, Wê roj sor bibe. Çimkî wê Xudanê Karîndar Li Çiyayê Siyonê, Li Orşelîmê padîşahiyê bike. Wê li pêş rîspiyên xwe Rûmeta xwe nîşan bide.
Ya qasidê ku ji Siyonê re mizgîniyê tîne, Hilkişe çiyayê bilind! Ya qasidê ji Orşelîmê re mizgîniyê tîne, Dengê xwe bi hêzdarî bilind bike, netirse! Ji bajarên Cihûdayê re bibêjin: “Va ye Xwedayê we.”
Va ye, lingê mizgînvan ku aştiyê dide bihîstin, Li ser çiyê ye! Cihûdayîno! Cejnên xwe bikin, Sozên xwe yên ji Xwedê re pêk bînin. Çimkî wê careke din di nav we re zilamên xerab derbas nebin. Ew bi tevahî hatine birîn û avêtin.
Ya Siyona keç, gelek şa be! Ya Orşelîma keç, biqîre! Va ye padîşahê te ber bi te ve tê! Ew rast e û rizgar dike. Ew nefsbiçûk e û li kerê, Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe.
Hingê Padîşah wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bêje: ‹Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin.
Milyaketê heftan li boriyê xist û li ezmên dengên mezin çêbûn ku digotin: «Padîşahiya dinyayê bû ya Xudanê me û ya Mesîhê wî. Ewê her û her padîşahiyê bike».
Hingê min milyaketekî din dît ku di nava ezmên de difirî, Mizgîniyeke herheyî bi wî re bû, da ku Mizgîniyê bide yên ku li ser rûyê erdê rûdinin, yanî bide her milet, bavik, ziman û gelan.