10 Kî di nav we de ji Xudan ditirse Û guhdariya dengê xulamê wî dike? Kesê ku di tariyê de diçe û ronahiya wî tuneye, Bila bi navê Xudan ewle be û xwe bispêre Xudan.
Gava şer dikir, alîkarî dît. Xwedê Hacerî û hemû kesên bi wan re dan destê wan. Ji ber ku bi Xwedê ewle bûn, di dema şer de ji Xwedê re hewar kir û wî bersiv da.
Reb Xudan zimanê şagirtan da min Ku ez bizanibim bi peyva xwe Ji zilamê westa re bibim alîkar. Her sibe min hişyar dike, Ew guhê min hişyar dike Ku ez wekî şagirtan guhdarî bikim.
Li ser vê yekê Nebûxadnessar got: “Pesin ji Xwedayê Şadrak, Mêşak û Eved-Nego re! Wî milyaketê xwe şand û xulamên xwe yên ku pê ewle ne rizgar kir. Ew li dijî emrê min rabûn û canê xwe avêt xeterê ku ji Xwedayê xwe pê ve xulamiya îlahekî nekin û neperizin.
Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêl, Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û tevahiya gelê ji sirgûnê vegeriya guh da dengê Xwedayê xwe Xudan û gotinên Hagayê Pêxemberê ku Xwedayê wan Xudan şandibû. Gel ji Xudan tirsiya.
Li ser vê yekê kesên ji Xudan ditirsiyan bi hev re axivîn. Xudan bihîst û guhdarî kir. Ji bo kesên ji Xudan ditirsin û qedrê navê wî digirin, li ber wî nivîseke bîranînê hate nivîsandin.
Dawid di nava tengasiyeke mezin de bû. Ji ber ku, herkes li ber kur û keçên xwe diket û digot: “Em Dawid bidin ber keviran.” Lê Dawid, bi hêzgirtina ji Xwedayê xwe Xudan,