1 Xudan wiha dibêje: “Ka ew nivîsa jinberdanê? Ka yê ku min diya we pê berda? Min hûn firotin kîjan deyndarê xwe? Va ye hûn ji ber xerabiyên xwe hatin firotin, Ji ber serhildanên we diya we hat berdan.
Jina yekî ji koma pêxemberan, ji Êlîşa lava kir û got: “Xulamê te, mêrê min mir. Tu dizanî ku ew xulamê te ji Xudan ditirsiya. Kesê ku em deyndarê wî ne, hat ku herdu kurên min wek kole ji xwe re hilde û bibe.”
Goştê me wekî goştê canê birayên me ye. Kurên me, wekî kurên wan in, ne wisa ye? Lê niha em kur û keçên xwe dikin kole û hinek keçên me bûne carî! Tu tişt ji destê me nayê, zevî û rezên me yên kesên din in.”
Ji ber ku ez û gelê min, ji bo ku em bên tunekirin, kuştin û helakirin hatin firotin. Heke em wek xulam û xadiman bihatana firotin, minê dengê xwe nekira, çimkî ji bo tiştekî wiha, hewce nedikir ku padîşah bihata acizkirin.”
Çimkî em hemû bûn wekî kesê qirêj, Hemû karên me yên rast wekî kincên qirêj in. Em mîna pelekî diçilmisin, Neheqiyên me, wekî bayê me hildidin û dibin.
“Heke zilamek jina xwe berde Û jina wî here, bi kesekî din re bizewice, Ma ew zilam wê careke din vegere ba wê? Gelo ev yek wê welêt bi tevahî qirêj neke? Te bi gelek yaran re fahîşetî kir Û tu dixwazî vegerî ba min?!” Ev e gotina Xudan.
Wê dît ku ji ber fahîşetiya Îsraêla çivanok, min ew berda û nivîsa jinberdanê dayê. Lê Cihûdaya xwişka wê ya bêbext dîsa netirsiya. Ew jî rabû çû ku zinayê bike.