30 Wê rojê wê li dijî wan wekî pêlên deryayê bikin xuşînî. Kesê li welêt binêre Wê tenê tarîtî û tengasiyê bibîne. Wê ronahî bi ewrên tarî bê nixamtin.
Guhdar bin! Ji çiyayan dengekî pir zêde, Qelebalixeke mezin tê. Guhdar bin! Dengê heytehola padîşahiyan, Dengê miletên li ser hev kom dibin heye. Xudanê Karîndar artêşa xwe ji şer re amade dike.
Peyama li ser heywanên Negevê: “Di nav welatê tengasî û serêşanê re, Di nav şêrên mê û nêr, Koremar û tîremaran re, Dewlemendiya xwe li ser pişta keran Û xezîneyên xwe li ser pişta deveyan, Ji gelê bi kêrî wan nayê re dibin.
Beriya ku tarî bikeve erdê Û lingên we li çiyayên tariya êvarê biterpile, Xwedayê xwe Xudan birûmet bikin. Çimkî gava hûn li benda ronahiyê ne, Wê Xudan rojê bizivirîne şevereş û taristana kûr.
Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in. Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye, Ew li hespan siwar dibin. Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine, Ew li dijî te ne, ya Babîla keç!
Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in, Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye. Ew li hespan siwar dibin, Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine. Ew li dijî te ne, ya Siyona keç!”
«Di pey tengahiya wan rojan de, di cih de, Roj wê tarî bibe, Û heyv ronahiya xwe nede, Stêr wê ji ezmên bikevin. Û rojgêranên ezmanan wê ji riya xwe derkevin.