20 Wey li wan kesan ku ji ya xerab re qenc, Ji ya qenc re xerab dibêjin. Tariyê dikin şûna ronahiyê, Ronahiyê dikin şûna tariyê. Tehl dikin şûna şîrîn, Şîrîn dikin şûna tehl.
Ew ji zanyaran re dibêjin: ‘Nebînin.’ Ji pêxemberan re jî dibêjin: ‘Pêxemberiya tiştên rast nekin, Ji me re tiştên hêsan bêjin. Bi hîle pêxemberî bikin.
We bi gotinên xwe Xudan aciz kir. Lê hûn dibêjin: “Me çawa ew aciz kir?” We bi van gotinan aciz kir: “Her kesê xerabiyê dike di çavê Xudan de qenc e. Dilê wî bi wî kesî xweş e.” Bi ser de we ev jî got: “Ka Xwedayê edaletê?”
Hingê Îsa ji wan re got: «Hûn ew in ku xwe li ber mirovan rûspî derdixin, lê Xwedê bi dilê we dizane; çimkî tiştê ku di nav mirovan de bi qedir e, li ba Xwedê mekruh e.
Lê çawa ku di nav gelê Îsraêl de pêxemberên derewîn hebûn, wisa wê di nav we de jî mamosteyên derewîn hebin. Ewê bi dizî hînkirinên wêranker bînin hundir û heta ewê wî Xudanê ku ew kirrîne jî înkar bikin. Lê belê ewê zûka helakê bînin ser xwe.