2 Gava tu di avan re derbas bibî, Ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, Wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, Tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.
Va ye, navê Xudan ji dûrî ve tê. Hêrsa wî rabû, Di nav dûyê bilind dibe de pê dikeve. Lêvên wî bi xezebê tije, Zimanê wî wekî agirekî ku dixwe û tune dike.
Tu netirse, çimkî ez bi te re me. Tu nebizde, çimkî Xwedayê te ez im. Ezê te bişidînim, alîkariya te bikim. Ezê bi destê rastê yê edaleta xwe Ji te re bibim destek.
Gotina Xudan ev e: “Ya Aqûbê xulamê min, netirse! Çimkî ez bi te re me. Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvan terbiye bikim Û bêceza nehêlim.”
Ezê ji sisêyan yekê mayî bixim nava êgir. Ezê wan wekî zîv bisefînim, Ezê wekî zêr biceribînim. Wê gazî navê min bikin Û ezê bersiva wan bidim. Ezê bêjim: ‘Ev gelê min e.’ Ewê jî bêjin: ‘Xudan, Xwedayê me ye.’”
Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ew roj tê, wekî tenûrê dişewite. Wê tevahiya qure û xeraban bibin pûş. Wê rojê wê wan bişewitîne. Wê ne kok ne jî çiqil bihêle.