24 Ma kî Aqûb da şelandin? Ma kî Îsraêl da destê talankaran? Ew Xudan e ku me li dijî wî guneh kir, Ma ne wisa ye? Wan nexwest di riyên wî de bimeşin, Wan guhdariya Şerîeta wî nekir.
Ya Mala Îsraêl! Ezê ji dûrî ve Miletekî bînim ser we.” Ev e gotina Xudan. “Ew miletekî domdar, miletekî qedîm e, Miletekî ku tu bi zimanê wî nizanî Û ya ku dibêje, fêm nakî.
Reb Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hin taximên li Mala Xwedê kir destê Nebûxadnessar. Nebûxadnessar ew bi xwe re birin welatê Şînarê û danîn nav xezîneya mala îlahê xwe.
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.