16 Ezê koran di riya nizanin de bibim, Di rêçikên nizanin de rêberiya wan bikim. Ezê tariyê li ber wan bikim ronahî, Derên xwar li pêş wan rast bikim. Ezê van tiştan bikim, Ezê wan bernedim.
“Dîsa jî Xudan disekine ku kerema xwe nîşanî we bide. Dîsa jî radibe ku rehma xwe nîşanî we bide. Çimkî Xudan, Xwedayê edaletê ye. Xwezî bi her kesê ku li benda wî ye.”
Wê li wir riyeke mezin hebe, Wê jê re “Riya Pîroz” bêjin. Wê zilamê nepak di wê derê re derbas nebe, Wê ya kesên riya Xudan be. Kesên di wê riyê re derbas dibin, Ehmeq bin jî, wê jê averê nebin.
“Gava bindest û hejar Li avê digerin lê tuneye Û zimanên wan ji tîbûnê ziwa dibe, Ez Xudan, ezê bersiva wan bidim. Ez Xwedayê Îsraêl, ezê wan bernedim.
Yê ku Komstêrên Perwîn û Oriyonê afirandine, Taristan dike şeveq û roj dike şeva tarî, Yê ku gazî ava deryayê dike û dirijîne ser rûyê erdê, Navê wî Xudan e.
da ku tu çavên wan vekî û wan ji tariyê bizivirînî ronahiyê û ji hukumdariya Îblîs vegerînî Xwedê, ku ew lêbihûrtina gunehan bistînin û di nav wan ên ku bi baweriya navê min hatine pîrozkirin de, xweyî mîras bin.›
Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin. Çimkî Xwedê gotiye: «Ez tu caran te nahêlim, Ez tu caran te bernadim.»
Bi vî awayî hûnê riya xwe nas bikin. Çimkî hûn berê di vê riyê re qet derbas nebûne. Herwiha nêzîkî Sindoqa Peymanê nebin. Bila di navbera we û wê de bi qasî du hezar gazan dûrahî hebe.”
Lê hûn «nifşekî bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.» Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.