5 Wê Xudan her aliyê Çiyayê Siyonê û ser civînên wê derê nava rojê, bi ewr û dûyê, şevê jî bi şewqa pêta êgir biafirîne. Wê xêliyek li ser hemû rûmetê be.
Li Siyona bajarê cejnên me binêre! Wê çavên te Orşelîmê, Wekî cihekî bêxem û konekî zexim bibîne Ku singên wî her û her nayên derxistin Û hemû werîsên wî qet naqetin.