7 Hinek ji kurên te, yên ji bedena te çêbin, wê bibin û li qesra Padîşahê Babîlê nemêr bikin.’”
Wê demê fermandarên Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê hatin ser Orşelîmê û bajar dorpêç kir.
Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê, diya wî, xulam, serek û karmendên qesra wî teslîmî Padîşahê Babîlê bûn. Di heşt saliya padîşahiya xwe de Nebûxadnessar ew dîl girt.
Padîşahê Babîlê, Yehoyaxîn sirgûnê Babîlê kir. Diya wî, jinên wî, karmendên wî û serekên welêt jî, ji Orşelîmê sirgûnê Babîlê kirin.
Wî çavên Sîdqiya derxistin û ew bi zincîrên tûncîn ve girê da û bir Babîlê.